Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Omanê îzinda Amerîkayî bo bikar anîna axa vê

13:53 - 26 Adar 2019

Kurdistanmedia: Mîrnişîniya Welatê Omanê îzin da Amerîkayî, ji bona armancê xwe, dikare hêza leşkerî ji 2 benderên girîng yên Emanêre derbas bike û mifahê ji axa vê wergire.

Pêka wê lihevkirinê, rê ji hêzên leşekrî yên Amerîkayî re tê dan, da ku bikarin Gemî û Balafirên xwe ên şer ji benderên herî grîng yên Oman re derbas bikin, û ji bona gihîştina bi armancên xwe ên deverê axa wî welatî bikar bîne.

Herwiha Oman îzin ji Amerîkayî re daye, ku Balafirxane yên Emmanê jî bikar bîne.

Nuçegihaniya Omanê ewa jî eşkere kiriye ku, Wezaretên Berevaniyê yên herdu Welatan, bi meqseda qahîmtir kirina pêwendiyên leşkerî yên, di navbera herdu welatan de ye, û her di vê derheqê de, lihevkirinek vajo kirine.

Di demekê de, avên Kendavê bûne xala aloziyan di navbera Amerîka û Îranê de, û Îran berdewam gefan dixwe ku dê Gevriya Hormozê de astengiyan bo Amerîkayî çêbike, û ew lihevkirina Amerîka û Omanê wê derfetê dide hêz û Gemîyên leşkerî yên Amerîkayî ku destpêragihîştina zêdetir bi avên Xelîcê hebe.

Benderên Oman ji bona devera Rojhilata Navîn gellek grîng û stratêjîkin.