Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

OMCT: “Qirkirina sala 1367 dibe wekî jênosayd bê naskirin”

11:33 - 27 Îlon 2020

“Saziya Cîhanî ya Dijî Îşkence” ya Saziya Navnetewî ragihandiye ku qirkirinên di sala 1367an de ji aliyê rejîma Îran ve hatine kirin, dibe wekî “jênosayd” bêne naskirin.

Roja Înê, 25ê Îlonê, Serokê (OMCT), an ku Saziya Cîhanî ya Dijî Îşkencê ya Saziya Navnetewî di Ewropayê de “Piyêr Galand” (Pierre Galand) bi rêya şandina nameyekê bo Saziya Navnetewî ragihandiye: “Dema wê yekê hatiye ku Saziya Navnetewî, tev kuştinên ku di sala 1367an ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye kirin, wekî “jênosayd” bi fermî nas bike û ez daxwaz dikim ku lêkolîn li ser tev kuştinên di sala 1367an de bêne kirin.

“Piyer Galant” li ser mijara Îdamkirina “Nevîd Efkarî” ragihand: “tevî gişt hewlên civaka cîhanî dijî hukmê nemirovane ya îdamkirina “Newîd Efkarî”, rejîma Îranê amade nebû ku paşekêşî ji wî hukmî bike”.

Herwisa navbirî daye zanîn ku ew mijareke nû bo xelkê Îranê nîne û berpirsên rejîma Îranê di heyamên wan 41 salên desthilatariya xwe de, bi sedema îdeolojiya xwe, bi hezaran kes di girtîgehên xwe de qir kirine û di havîna sala 1367an de, “Komîteya Kuştin” bi destûra Xumêynî, 30 hezar hepsiyên siyasî di heyamê çend heftiyan de îdam kirin.