Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Omîkron gelek bilez belav dibe

11:27 - 31 Kanûna pêşîn 2021

Omîkron Curê guharî a vîrosa Koronayê, gelek bi lezgînî li cîhanê bilav dibe û carekî dinê welatên ku xema tendirustiya welatiyên xwe dene, rewşa avirte û qedexeyîya hatin û çûyînê ragihandine.

Roja 30 yê Kanûna pêşîn a 2021an, hate ragihandin ku hejmara tûşbûyên bi Omykronê li welatê Firansê de, di heyamê 24 demjimêran, geheştiye 243 kesan.

Li derheq belavbûna bileze wê vîrosa cihê tirsê, cîhan hemî nîgerane û herwekî despêka belavbûna koronayê, piraniya welatên Ewropayê qedexeyî ragihandine û rênimayîyên xweparastinê didne welatiyên xwe.

Wezîrê tendirustiya Firansê li derheq tûşbûna bileze welatiyan bi Omykronê, haydarî daye welatiyên Firansê û ragihan ku em neçarin qedexeyîyê li seranserî welat de birêve bibin, daku bikarin berahîka belavbûna zêdetire wê vîrosê bigrin.

Gorî biryar û rênimayîyên Firansê û zaf welatên dinêye Ewropa, bi armanca parastina tendirustiya welatiyan li hember tûşbûna bi Omîkronê, xwarin û wexwarin, li hemî cihên giştî de qedexeye, wekî meydanên werzişî, navendên ferhengî û hunerî, sînema, salonên merasiman.

Di demekê de ku hemî cîhan nîgeranê rewşa tendirustiya welatiyên xwe de ye, û amadekariyan dike bo evê ku bikarin berahîka tûşbûna bi vîrosa cihê tirsê anku Omîkronê bigrin, li Îranê de gelek mêjveye basê tûşbûn û hebûna vîrosa Omîkronê heye, rejîma Îranê tu pilanek bona parastina canê xelkê tunîne, bêguman herwekî destpêka hatina Koronayê, lêdigere heta hemî welat de belav bibe û rejîm wekî nê`imetekî îlahî bera xwe dide Koronayê.