Belavbûna lezgîn a vîrûsa Koronayê ya cura “Omîkron” di bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bûye gefek metirsîdar bo ser canê welatiyan.
Pêka amarên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine belavkirin, vîrûsa Korona cura “Omîkron”ê bi awayek lezgîn belav dibe û rêjeya bajarên sor ji 247 bajaran gihaye 337 bajaran û eva bûye cihê nîgeraniya welatiya û gefek bo ser canê wan.
Belavbûna “Omîkron”ê bi awayê lezgîn di halekê de ye ku meşa vaksînekirina welatiyan di Îranê de gelek lawaz e û heta niha pêka amarên rejîmê tenê 60 miliyon kesan doza yekê lêdane, lê di tev cîhanê de doza sêyê jî hatiye lêdan.
Pêka dawî amarên Saziya Tendirustî ya rejîma Îranê, rêjeya pêketiyên Omîkronê zêdetir ji 18 hezar kesan e û 187 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Pêka dawî amarên cîhanê, li tev cîhanê de heta niha 5 miliyon û 893 hezar û 61 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.