Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Operasiyon Îsraîl û Felestîn/ hejmarek ji fermandên Hemasê hatine kuştin

12:01 - 13 Gulan 2021

Operasiyona naskirî bi “Brevenê Dîvaran” a Îsraîlê, kuştina çendîn fermandên payebilind ên girûpa terorîst a Hemasê û herifîna xaniyê televîziyona Hemasê li pey xwe anî.

Girûpa terorîstî a Hemasê êrîşeke berfireh a mûşekî kire ser Îsraîlê, lê piraniya wan mûşekan di esmanê Îsraîlê de ji aliyê dijemûşekên Îsraîlê ve têne teqandin, lê hin ji wan jî di nav Îsraîlê de dikevin, û kuştina çend leşker û kesên sivîl ên Îsraîlê jî li pey bû.

Îsraîlê daye xuya, ku şeş kes ji fermandên payebilind ên Hemasê di operasiyoneke esmanî de hatine kuştin, Saziyên Felestînê ev yeka teîd kirine û huşdarî dane Îsraîlê ku ev dê nirxeke giran bidin.

Artêşa Îsraîlê daye zanîn ku, di Xezeyê de 600 binkeyên Hemasê kirine bi armanc û 50 çekdarên Hemasê jî kuştine.

Birca “El-şiroq” ku tora televîziyona Hemasê ya bi navê “El-Eqsa” ku tê de bername belav dikirin, bo bi armanca êrîşa Îsraîlê û hate herifîn.

Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden” di civîneke telefobnî digel Serowezîrê Îsraîlê “Benjamin Netanyahu” got: Çavnihêrî û hêviya min eva ye ku ev şere bi zûtirîn dem dawî pê bê, lê Îsraîlê jî mafê vê heye ku berevaniyê ji xwe bike.”

Dewleta Amerîkayê roja Çarşemî, Hadî Emro yek ji dîplomatê payebilind ê xwe bi awayekî awarte bo Rojhilata Navîn şand da ku ji Îsraîlê û Felestînê bixwaze tundûtîjiyan kêm bikin.

“Anthony Blinken”, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, rewşa heyî bi dilêş daye zanîn û gotiye “Hadî Emro” digel herdu aliyan dê hevdîtinê bike.

Şerê wan rojan ê di navbera Felestîn û Îsraîlê de pêka şerên wê dawiyê yek ji tundtirîn û tundûtîjtirîn şer tê hesibandin.

Civatgeha Navnetewî ji her du aliyên şer daxwaz kiriye ku dawiyê bi wê tundûtîjiyê bînin.