Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Operasiyona hevpar a Hêza Pêşmergê Herêma Kurdistanê û Arteşa Îraqê li dijî DAÎŞê.

12:51 - 9 Kanûna pêşîn 2021

Roja Çarşemî 8ê Kanûna Pêşîn, bi hevahengiya Fermendehiya Operasiyonên hevpar, operasiyonên hevpar ên Hêza Pêşmerge û Spaha Îraqê bo paqijkirina deverên di bin destê çekdarên DAÎŞê de dest pê kir û li mêhwera Germesîrê ji aliyê lîwayên 3 û 5 a bejayî û li mêhwera 2 a Qeretepeyê, lîwayên 9 û 17ê bejayî ên Wezareta Pêşmerge digel çend yekeyên hêzên 70 dest pê kirine.

Di vê derheqê de Serokwezîrê Îraqê Mistefa El-Kazimî serdana Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Serokwezirê Herêma Kurdistanê “Mesrûr Barzanî” ve pêşewazî jêhatekirin.

Di hevdîtina Mistefa El-Kazimî digel “Mesrûr Barzanî” de tekezî li ser aramiya rewşa Îraqê û geşedan bi rewşa aborî û çareserkirina bingehîn ên pirsên ragirtî yên di navbera “Herêma Kurdistan” û dewleta federal a Îraqê de hatine kirin û li derheq êrîşên dawiyê ên DAÎŞê û giringiya micidkirina hewl, şiyan û bihêzkirina hevahengiya di navbera Pêşmerge û arteşa Îraqê bo dawîanîn bi gef û metrsiyên DAÎŞê gotûbêj hatine kirin.

Çekdarên DAÎŞê li heftiyekê de 4 caran êrîşê li ser çeperên pêşmergeyan kirin û di encama de 22 pêşmerge û 3 welatî şehîd bûne ku yek ji wan zarokek 10 salî bû.

Di 10 mehên destpêka sala 2021an a Zayînî, çekdarên DAÎŞê 206 kiryarên terorîstî li deverên sînorî ên “Herêma Kurdistanê” encam dane ku 837 kes şehîd, birîndar û revandî li pey xwe aniye.

Herwisa li roja Sêşemî 7ê Kanûna Pêşîn, Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê “Lloyd Austin” bi rêya nameyekê bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihandibû: “Em dê hevkarîkirinên xwe digel pêşmerge bidomînin”.