Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Operatoran Înternetê di Îranê de diziyê ji bikarînerên Înternetê dikin

13:07 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2020

Bikarînerên înternetê di Îranê de, rastî diziya înternetî ya qasa bikarhatina înternetê ji aliyê operatorên dabeşkirina înternetê ve tên.

Înternet di Îranê de, ji aliyê operatorên corbecor yên rejîma Îranê ve, têne dabînkirinê û bikarînerên Înternetê, bi qasa hewce, ji wan operatoran, kartên înternetî dikirin, lê hejmareke zaf a wan bikarînerên înternetê, ji qasa bikaranîna înterneta xwe gazindene û dibêjin ku, bi qasekî zêde înterneta me bikar hatiye û operatorên parvekirina înternetê ji me diziyê dikin.

Operatorên înternet yên Îranê ku girêdayê rajîmê ne, bona teblixata ticarî, mifah ji hisabên bikarînerên înternetê verdigirin, bi awayekî ku wan bikarîneran hay ji wê bikarhatina înerneta xwe nîne û ji înterneta wan dizî tê kirin.

Operatorên Înternetê di Îranê de bê berçavgirtina rewşa xelkê û bi tenê bona mifahwergirtina malî, diziyê ji înternetên bikarîneran dikin.

Herwisa, operatorên înterneta rejîma Îranê bi şandina lînkan ku bi xwe vedibin, bê agehdarkirina bikarîneran, teblîxata ticarî dike ku pereyekî zaf bi wî awayî bidest xwe ve tîne.