Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Origin of internationalist” destdirêjiyên Tehranê şermezar kir

18:12 - 12 Îlon 2018

Kurdistanedia: “Origin of internationalist” di daxuyaniyekê de, sînorderbazkirin û êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê bo ser partiyên Kurdistana Rojhilat şermezar kir.

Roja Duşemî 19`ê Xermanana 1397`an (10`ê Îlonê), “Origin of internationalist”, di niqaşkirinekê de, êrîşa mûşekî a rejîma Îranê bo ser binke û cihê akincîbûna malbatên “PDKΔ û “PDK” şermezar kir û ev yek, bi derbazkirina sînoran û destdirêjiya eşkere  daye zanîn.

Roja Şemî rêkefta 17`ê Xermanana 1397`an, rejîma dijîgelî a komara Îslamî ya Îranê, bi avêtina çendîn mûşekan êrîşî ser binke û cihê akincîbûna malbatên “PDKΔ û “PDK” yên li bajarê Koyê a girêdaiyî parêzgeha Hewlêrê  kir, û her bi vê sedemê jî çendîn kes ji pêşmerge û herwisa endamên rêberiya vê partiyê şehîd bûn, û dehan kesên din jî  birîndar bûne, ku piraniya van jin û zarok in.

Piştî çêbûna vê êrîşa mûşekî, kesayetî û aliyên Kurdistanî û biyanî, ev kiryara qirêj a rejîmê şermezar kirin, û eva curek destdirêjî, û  pênaseya hertimî ya komara Îslamî dane zanîn.