Hepsiyê berê yê siyasîyê Kurd, “Osman Mistefapûr”bi hegera givaşên îdareya Îtla`ata rejîmê a li wan çend rojên derbasbûyî de, terka warê xwe kir.
Ew hepsiyê siyasî yê Kurd, piştî serbestberdana ji girtîgehê, bi berdewamî ji aliyê navendên ewlehiyê ve dihate gazîkirinê û lêpirsîn jê dihate kirin.
Roja Pêncşemî, 30`ê Xezelwera sala 1398`an de “Osman Mistefapûr” digel “Mihemed Nezerî”, piştî 53 sal hpiskirina wan, ji girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê, hatibûne serbestkirin.
“Osman Mistefapûr” 28 salan û “Mihemed Nezerî” 25 salan di girtîgehan de bûn.
Osman Mistefapûr li sala 1370, di devera “Tirgewer”a bajarê Urmiyê de hatibû destbiserkirin û piştre bi tohmeta “Endambûn li yek ji Partiyên Kurd yên Opozîsiyona rejîma Îranê” 25 sal hepis li serde hatibû sapandin.
Di dawiya sala 1392`an de, piştî kêşana 23 sal hepisê, taya 1 a dadgeha binav şorişa Urmiyê bi dadweriya “Çabuk”, hikmê hepsa “Osman Mistefapûr” bo 35 salan hate dirêjkirnê, Dezgeha Dadweriya Rejîma Îranê, hukmê 10 sal hepisê bona şerkirina wî digel Spaha pasdaran a terorîst, li serde sepandibûn.