
“Osman Ocelan” birayê Rêberê PKKê “Ebdullah Ocalan”, li nexweşxaneyeke Hewlêrê de koça dawî kir.
“Osman Ocalan” ku heyamek bû li nexweşxaneyeke Hewlêrê hatibû razandin û dihate çareserkirin, sibeha îro roja Duşemî 15 Çiriya Paşîn a 2021`an bi sedema nexweşiya Koronayê koça dawiyê kir.
Osman Ocelan yek ji serkirdeyên payebilind ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû.
Navbirî piştî ku tevlî PKKê bibû, di sala 1986`an de bû bi Endamê Encûmena Navendî ya PKKê û di sala 1990`an de bû Endamê Encûmena Bilind a PKKê û piştî demek dûrûdirêj ji sala 2004`an li refên PKKê cuda bû û li Hewlêra Herêma Kurdistanê akincî bû.