Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Padişahiya Siûdiyayê êrîşa ser balafirxaneya Hewlêrê şermezar kir

13:00 - 16 Nîsan 2021

Wezareta Derve ya Padişahiya Siûdiya, êrîşa terorîstî bo ser balafirxaneya navdewletî a Hewlêrê li Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

Pêka rapora nûçegehaniya “Was” a Siudiyayê, roja Pêncşemî 15ê Nîsan 2021an, Wezareta Derve ya Padişahiya Siûdiya, derheq kiryara terorîstî ya li ser balafirxaneya Hewlêrê nigeraniya xwe nîşan daye û ew destdirêjiya xaînane gefek li ser ewlehiya Îraq û deverê da zanîn.

Wê Wezaretê daye zanîn ku, ew kiryarên terorîstî, hewla hevalbendiya navdewletî bo hevkarîkirin digel Îraqê li dijî terorîzmê lawza dike.

Herwisa Padişahiya Siûdî piştîvaniya xwe li derheq parastina ewlehiya Îraqê dûbare kiriye.

Eva yekem car nîne ku binkeyên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê de dibine bi armanc, û di vê derheqê de roja derbasbûyî “Huşyar Zêbarî” Wezîrê Berê yê Derveyê Îraqê ragihand, ku armanca sereke ya wan core êrîşane, têkdana ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ye û heman girûpa ku 2 meh berî niha êrîşa mûşekî kiribû ser Hewlêrê, dîsan heman girûp bûn ku vê carê jî êrîş kirine.

Herdu Wezaretên Herêma Kurdistanê û Îraqê di daxuyaniyeke hevpar de gotine: “Êrîşên wê dawiyê yên li ser Hewlêrê û deverên din, êrîşê terorîstî ne û armanca wan têkdana asayişa civakî ye”.