Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PAK û PSKê di civîna 10 Partî û rêkxistinên Bakûrê Kurdistanê de amade nebûn

12:29 - 5 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: PAK û PSKê di daxuyaniyekê de dane zanîn ku, bi aktorên şaş tifaq pêk nayê, û em di vê civîna 10 Partî û Rêxisinên Kurd de amade nabin.

Îro Pencşemî 5`ê Kanûna Pêşîna 2019`an, 10 Partî û Rêxisinên Kurd bi rojeva “yekitiya neteweyî” dicivin. Partîya Azadîya Kurdistanê (PSK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PAK)ê, di daxuyaniyekê de ragihandin ku, ew beşdariya vê civînê nakin û dane zanîn ku, “bi aktorên şaş, ne mimkun e ku em bigihêjin encameke rast.

Herwisa di daxuyaniyê de dane zanîn ku: “Me ev biryara xwe ya ku em beşdarê wê civînê nabin, bi dîyarkirina sebeban, di roja 4`ê Kanûna Pêşîna 2019`an de, me bi nameyekê li ser navê herdu Partîyan ji alîyên peywendîdar re şand.

Daxuyaniya PAK û PSKê wiha ye:

Hevalên birêz, 

Pêşnîyarîya ku  weke ‘’10 partî  û hereket’’an we ji bo ‘’tifaqa netewî’’ ji me re anîbû, me weke PAK û PSK, di nav rêvebirîya partîyên xwe de nirxandin. 

Em weke PSK û PAK demeke dirêj e di nav hevkariyeke netewî û demokratîk de ne. Ji ber wê jî me xwest li ser navê herdu partîyan bersîva pêşnîyarîya we bigihînin ber destên we. 

Berîya her tiştî em dixwazin balê bikişînin ser wê yekê ku, di têkoşîna me ya azadîyê de, tifaqa netewî ya ku li ser prensîbên netewî û demokratîk bê ava kirin, pêwîstîyeke bingehîn û guncaw e. 

Tifaqa netewî ya li her perçeyekî Kurdistanê û dîyalog, piştgirî, hemahengî û xebatên di derbarê kongreya netewî ya di navbera hemû perçeyên Kurdistanê de, di rêya azadîya welatê me û ya gelê me de, hêz û rêberên girîng û esasî ne. 

Lê mixabin, di dîroka me de em bûne şahidê gelek nimûneyên biserneketî yên hewlên tifaqa netewî û hewlên kongreya netewî. Heger em li sebebên van biserneketinan binerin, emê bibînin  gavên ku bi aktorên şaş, bi rê û rêbazên şaş hatine avêtin; helwest û gavên ku bawerîya nevxweyî şikandîne, hejandîne tu caran biserneketine. 

Mixatabên tifaqa netewî ya li her perçeyekî û ya jibo kongreya netewî ya di navbera hemû perçeyan de jî ew partîyên sîyasî ne yên ku hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, nirxên netewî û statuyeke sîyasî ji bo Kurdistanê qebûl dikin. Herweha jibo tifaqa netewî û ji bo kongreya netewî  divê lihevkirinek, rêzgirtinek û  hevdu qebûl kirineke  li ser esasê demokrasî û azadîya nevxweyî jî hebe. 

Tifaqa netewî ji bo Bakurê Kurdistanê jî îro gelekî girîng e, pêwîstîyeke esasî ye. Lê aşkere ye ku tifaqên netewî bi aktorên ku xwe netewî û niştimanî dibînin têne ava kirin. Heger em li vê pêşniyarîya we ya ji bo lidar xistina civîneke bi armanca ava kirina ‘’tifaqa netewî’’ binerin, dîyar e ku aktorê esasî yê vê pêşnîyarîyê, xwe weke ‘’Partîyeke Tirkîyeyî’’ pênase dike. Ma gelo çawa dibe ku ‘’Partîyeke Tirkîyeyî’’, bibe aktor û damezranêrê tifaqeke netewî; ma ev rast û maqûl e? 

Belê, bi aktorên şaş, ne mimkun e ku em bigihêjin encameke rast.

Di van şertên heyî de, rewşa pêkhateyên ku ev bang li me kirine û cudabûna armanc û bernemeyên wan jî gelek astengîyan ji tifaqa netewî re derdixe. 

Belê, gava aktorekî ku bi bername û sîyaset û pêkhateyên xwe ve ji vê armanca tifaqa netewî  dûr e bangê dike helbete ku dê vê armancê jî bi xwe re şêlû bike. Herweha, bêbawerî û şikestên ku di peywendî, çalakî, hevxebat û peymanên pêştir de rûdane jî, sebebeke esasî ye ku rê li ber tifaqa netewî digire. Di gelek xebatên pratîkî yên pêştir de, di pêvajoya hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de û vê dawîyê jî di Platforma Zimanê Kurdî de, gelek helwest û gotinên hinek alîyên vê bangê, bêbawerîya heyî mezintir û kûrtir kirîye. 

Herweha pişti ku banga civîneke hevbeş li me hate kirin, hinek kes û alîyên vê bangê, bi daxuyanî, gotar û helwestên xwe ve, agahdarîyên xelet dane raya giştî ku weke hemû alîyan ji bo tifaqê lihevdu kirine nîşan dane. Ev kes û alîyên ku ev daxuyanîyan belav kirine, ji nuha ve xwestine îpotekekê danin ser îradeya alîyên tifaqê yên din û xwestine vê xebatê weke xebateke di bin kontrola xwe de nîşan bidin.Ev helwestên ku ji hişmendî, ruhîyet, prensîp û şêweyên tifaqa netewî dûr, helbete ku bêbawerîya zêdetir dike û tu feydeyê jî ji kesî re nayne. 

Belê birêzan, 

Ji ber van hemû sebebên ku me li jorê anîne ziman, em dixwazin we agahdar bikin da ku emê nikaribin beşdarî wê civîna ku we em dawet kirine bibin. Lê di rêya azadîya Kurdistanê de, ji bo hûnandin û ava kirina dîyalog, hevkarî û tifaqa netewî ya di navbera partîyên netewî û demokratîk de, emê xebatên xwe her bê westan bidomînin. 

Di xebatên ve de em serkeftinê ji we re dixwazin.

04.12.2019 

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan)