Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta koça dawî ya “Luqman Mêhfer” Endamê Hey`eta Îcrayî ya Navenda Siyasî ya PDKÎ peyama hevxemiyê bo Hizbê şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Birêz Mustafa Hicrî
Berpirsê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Kekê Birêz
Em bi xemgînî agahdar bûne ku Endamê Heyeta Îcrayî ya Navenda Siyasî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKÎ) kak Loqman Mêhfer ji ber nexweşîya Covîd-19ê çûye ber dilovanîya Xwedê.
Xwedêjêrazî kak Loqman Mêhfer bi dehan salan wek pêşmerge, wek fermandar, wek kadroyekî sîyasî, wek rêveber, kedkar û têkoşerekî doza azadîya Kurdistanê bû.
Kak Loqman Mêhfer, weltaperwer û kadroyekî hêja yê hemû Kurdistaniyan e. Ew di rêya şehîdên nemir Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Ebdullrehman Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî de meşîya û îro ketîye nav refê şehîdên Kurdistanê.
Helbet ew xebat û têkoşîna ku kak Loqman Mêhfer di nav refên HDKÎyê û di doza azadîya Kurdistanê de bi serbilindî dimeşand, dê ji alîyê hemû hevalên wî ve, ji alîyê hemû xebatkar û têkoşerên azadîya Kurdistanê ve heta ku ew armanca pîroz bicîh bibe dê raneweste.
Em şirîkê xema we ne.
Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.
Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêveber, endam û alîgirên PAKê, sersaxîyê ji malbata xwedêjêrazî re, ji cenabê we û ji hemû rêveber û endamên HDKÎyê re dixwazim. Serê gelê Kurdistanê sax be.
Ligel rêz û silavên xwe yên birayane
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê