Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pakistanê li derheq kiriyarên Îranê gef li wê rejîmê xwar

13:01 - 9 Îlon 2021

Navenda “Leşkerî-Ewlehî ya Stratejiya Pakistan”ê li berteka gotinên rejîma Îranê li derheq êrîşa esmaniya Pakistan li şerê “Pencşîr”ê de gef li wê rejîmê xwar.

Navenda “Leşkerî- Ewlehî ya Stratejiya Pakistan”ê li berteka gotinên rejîma Îranê li derheq êrîşên esmaniyên Pakistanê bo ser  “Pencşîr”ê pêka rapora “CENTCAM”ê “Twitt”ek  belav kir û gef li rejîma Îranê xwar û ragihand: “Eger Îran dest ji wan kiryarên xwe hilnegire, em Îranê li ser cihê wê danên û Îran niha mijûlê lîstokeka jepolîtîk e û em bi îzna xwedê dê bersiveke dijwartir bidine Îranê”

Herwisa Navenda “Ewlehiya Leşkerî-Ewlehî ya Startejiya Pakistan”ê ragihandiye: “CENTCAM” berpirsê kuştina Fermandê hemû girûpên ser bi Îranê û Spaha Qudis a Terorîst, “Qasim Silêmanî” ye, lê çavkaniyên “CENTCAM”ê cihê baweriyê nînin”.

Rejîma Îranê bi hêceta gotinên “CENTCAM”ê û tenê bi armanca afirandina fitneyan êrîşa esmaniya hêzên Pakistanê li ser Pencşîrê şermezar kiribû û ji aliyê din ve jî hewla baştirkirina pêwendiyên xwe digel Talibanê dide.

Berê Berdevkê Wezareta Derve yê rejîma Îranê, “Seîd Xetîbzade” tevî şermezarkirina êrîşên li ser Pencşîrê gotibû, ku mijûlê lêkolîn li ser tedaxula biyaniyan e”.