Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pap Francis: “Nabe ji navê Xwedê wekî hêcet bona kuştin û terorîzmê bê bikaranîn”

11:51 - 6 Adar 2021

Pap Firancis piştî hatin bo Bexdayê daye zanîn ku hêvîdar e welatên din bê wê yekê ku berjewendiyên îdeolojîk an siyasîyê xwe bisepînin, bi awayekî aştîxwazane li tenişta xelkê zulimdîtî yê Îraqê de bimînin.

Roja Înê 5ê Şibatê, rêberê Olî yê Katolîkên cîhanê, “Pap Francis”, li balafirxaneya Bexdayê, ji aliyê Serokwezîrê Îraqê, Mistefa Elkazimî ve hate pêşewazîkirin û Pap Francis ragihand ku: “Seh dike serdana wî bo Îraqê ku bi salan e janê dikêşin, erkê wî bûye”.

Herwisa Pap Firancis ragihand: “Îraq ji terorîzm û pevçûnên xêlekî, janeke zaf kêşandiye, dibe dengê çekan di Îraqê de bê qutkirin, dibe dengê hejaran bibhîzin, tundûtîjî û tundajoyî êdî bes e”.

Herwisa “Pap Firancis” ragihand: “Îraq bona qahîmkirina binyatên civakeke demokratîk hewlê dide, em dibe mafên binyatî bona hemû hevwelatiyan garantî  bikin û nabe ti hevwelatiyek wekî hevwelatiyeke pile 2 bê hisabkirin, em dibe pêngavhilgirtin bona zêdekirina hevgirtin û aramiyê han bidin”.

Herwisa navbirî bi tekezî ragihand: “Nabe ji navê Xwedê wekî hêcet bona kuştin û terorîsmê bê bikaranîn bo vê yekê ku Xwedê di hember mafan de, hemû mirov wekî hev afirandiye.

Biryar e ku “Pap Firancis” serdana bajarê Hewlêra paytexta Hêrêma Kurdistanê jî bike, çimkî Herêma Kurdistanê yek ji wan Herêman e ku mafê kêmiyên netewî û Olî diparêze.