Pap Firansîs rêberê olî yê Mesîhên cîhanê piştî serdana Îraqê û hevdîtin digel Elî Sîstanî Merce`ê Şîeyan li Necefê, îro serê sibê gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.
Îro Yêkşemî 7ê Adarê, Papayê Watîkanê gihîşte Hewlêrê û li balafirxaneya navnetewî a Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barizanî Serokê Herêmê û Mesrûr Barzanî û komek berpirs û kesayetiyên Olî ve hate pêşwazîkirin.
Pap Firansîs destpêkê digel Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê civiya, û her di wê civînê de, Pap spasa Kurd û hikûmeta Kurdistanê kir bona parastina pêkhatên Olî.
Nêçîrvan Barizanî jî, tekezî li ser wê yekê kir ku Kurdistan welatê bi hev re jiyanê ye û ji mêj ve ye ku peyama aştî û bihevre jiyana hemî cudahiyên olî bo hemî cîhanê daye xuyakirin.
Piştre Pap Firansîs digel Mesûd Barzanî Serokê berê yê Herêma Kurdistanê civiya, Barizanî gote Pap: “Em bi navê hemî pêkhate û cudahiyên Kurdistanê pêşwazî û xêrhatina te dikin.
Pap tewî spasiya dûbare ji Barizanî ji bona parastina Olên cuda, ragihand ku di wê serdana xwe ya dîrokî bo Îraqê, min Kurd û Kurdistan ji bîr nekiriye û her lewma ye ku bo emegdarî nîşandana bi rolê we, ez hatime Kurdistanê da ku ji nêz ve spasiya rolê we bikim.
Papa gote Barizanî: We di dema êrîşa DAÎŞê de Xiristiyan parastin û wek birayê xwe himbêza xwe bo wan wekir.