Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Para eşkere ya dezgeha rêkxistin a PDKÎ, çendîn dewreyên leşkerî lidar xist

18:50 - 25 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Para eşkere ya dezgeha rêkxistina giştî ya PDKÎ, di berdewamiya kar û çalakiyên xwe de, çendîn dewreyên taybet ên leşkerî lidar xist.

Di meha Cozerdana îsal de, para eşkere ya dezgeha rêkxistina giştî ya PDKÎ, di berdewamiya çalakiyên xwe de, bi merema perwerde û hînkirina endamên PDKÎ di wê parê de, bi alîkariya dezgeha fermandehiya hêza pêşmergê Kurdistanê, çendîn dewreyên leşkerî bo parek li endamên dezgeha rêkxistin a para eşkere bi rê ve bir.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li despêka avabûna wî heya niha û li ser bingeha bawerî bi perwerdekirin û pêgihîştandina kadir, pêşmerge û endamên xwe, bi lidar xistina dewreyên cuda ên wekî: Siyasî û leşkerî, hewla perwerde û hînkirina hêzeke amade ji warê siyasî û leşkerî ve daye û liser vê rêbazê jî berdewam e.