Kela Felekuleflak li bajarê Xuremabadê li parêzgeha Luristanê ku şûnwarekî dîrokî yê sederdema Sasaniyan e, hewcehî bi pêregihîştinek zêde û zanistî heye.
Kela Felekuleflak di serdema desthilata rejîma Îslamiya Îranê de rastî çendîn xisaran hat û Spaha Pasdaran ew kela zewt kiribûn ji wê kela dîrokî wekî binkeyek leşkerî mifah jê verdigirt,Spaha Pasdaran tevî xisarên bê veger, rê bo têkçûna wê bînaya dîrokî xweş kirin û rûkê dîrokiyê beşek ji wê têk dane.
Berpirsên Mîrata Çandî ya rejîma Îranê tevî ku niha ji wê bînayê wek mûzexane û cihek geştiyarî mifahê jê verdigrin û serdana geştiyaran dahatek zêde heye, lê wê kela dîrokî ti bûdceyek taybet tinîne û ew dahata bo kelê nayê xerckirin û kawikariyên Spaha Pasdaran di wê bînaya dîrokî hêj nehatine çêkirin.
Herwisa nûjenkirina sînordar ya çend beşên wê bînaya dîrokî bi pêka zanistê nebûne û keresteyên bikarhatî hevaheng digel wê bînayê nînin û bi cihê geç û ehek mifah ji sîmanê vergirtine; di rastiyê de Spaha Pasdarn di têkdana rûkê dîrokiyê wê kelaya serdema sasaniyan de rolê bingehîn hebûye.