Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzerên Kurd bi zimanê Dayîkê sundê dixwen

18:27 - 28 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Parêzerên Kurdistana Rojhilat, bi armanca rêzgirtin li salroja Zimanê Dayîkê, bi zimanê Kurdî sunda yasayî xwerin.

Di rêûresima destbi karbûna parêzerên nû yên bajarê Sine, 30 parêzerên nû yên xelkên wî bajarî, bo yekem car bi zimanê dayîkê sunda yasayî xwerin, da ku xizmeta hevwelatiyan bikin, û ev sundxwerina bi zimanê dayîkê di demekê de ye, ku sundxwerina parêzeran li Îranê û Kurdistanê, heya îro bi zimanê Farsî bûye.

Sundxwerina wan parêzeran hevdem bo digel roja cîhanî ya Zimanê Dayîkê, û wekî rêzgirtin ji zimanê Kurdî ji aliyê wan parêzeran ve hate lidar xistin.

Di heyamên borî de, bi boneya salroja Zimanê Dayîkê di Kurdistana Rojhilat de, komek civîn û semînarên zanistî, bi boneya wê rojê hatine lidarxistin, û xelkê jî bi germî pêwazî ji wê rojê kirine.

Roja 2`ê Reşemehê, ji aliyê saziya “UNISCO” wekî roja cîhanî a Zimanê Dayîkê hatiye naskirin, û xelkê Kurd jî, wekî neteweyeke bê dewlet ku xwediyî ziman û kultûr û xerîteyta coxrafî ne, bo rêzgirtin li zimanê Kurdî, di vê rojê de daxwaza  axavtina bi zimanê dayîkê di dewleteke siyasî û serbixwe de dikin.