
41emîn Parêzgarê Hewlêrê, Dr. “Firset Sofî”, bi sedema tûşbûn bi vîrûsa Koronayê piştî 30 rojan li yek ji nexweşxaneyên Tirkiyê canê xwe ji dest da.
Qaymeqamê Qezaya Navendî ya Hewlêrê, “Nebez Hemîd” ragihand: “Firset Sofî bi sedema Koronayê canê xwe ji dest daye”
Dr. “Firset Sofî” li sala 1978an li bajarê “Çoman”ê ji dayîk bibû; pileya duktorayê di yasayên navnetewî de hebû”.
Navbirî wekî mamosta li zanistgeha Polîteknîk a bajarê Hewlêrê, wane gotibûn; Herwisa di jiyana xwe de çendîn berpirsayetiyên din hebûn ku bi wê rêyê re xizmet bi netewa xwe dikir.
Dr. “Firset Sofî”, berbijêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê li sala 2019an bi dengê 27 endam ji 28 endamên encûmena parêzgeha Hewlêrê, wekî parêzgar hatibû hilbijartin.