Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzgarê Sine çend moreyên xwe diyarîkirin

16:39 - 12 Adar 2019

Kurdistanmedia: Parêzgarê Sine bo 4 bajarên girêdayî wê parêzgehê fermandarên nû diyarî kirin.

Li gorî raporên navxweyî ku belavbûne “Behmen Muradniya” Parêzgarê parêzgeha Sine ragehandiye, ku wî  fermanderên 4 bajarên Kurdistanê guhertiye, ew 4 fermander wiha ne,  “Artîkasa Êqbal” wekî berpisê fermandariya bajarê Merîwanê, “Kûhsar Dadwer” wekî berpirsê fermandariya bajarê Dêwlen, “Mihemed Emînzade” wekî berpirsê fermandariya bajarê Bane, û “Kamiyar Mîrzayî” wekî berpirsê fermandariya bajarê Sevlawa  diyarîkiriye.

Herwisa di nav wan 4 kesan de, du kes ji wan tu derbasiyeke karê siyasî tunînin, ku navên  wan bi wî rengî ye: “Kamiyar Mîrzayî” berpirsê Fermandariya bajarê Sevlawa û “Mihemed Emînzade” berpirsê Fermandariya bajarê Bane, ku ji aliyê parêzgarê parêzgeha Sine hatine diyarîkirin, û zelal nine ku ew du kes çavan yan bi çi sedemkê hatine pejirandin.

“Behmen Muradniya” Parêzgarê bajarê Sine ku li 19`ê Rezbera 1396`an, ji aliyê wezareta rejîma Îranê ve hatibûne diyarîkirin, û herwisa guhertina wan 4 Farmandarên bajaran di bin kontrola Wezareta rejîmê de hatine encam dan.

Eva di demekê de ye ku, berpisên rejîma Îranê li bajarên Rojhilata Kurdistanê, tenê destûpêwendiyên xwe pesend dikin.

Piştî diyarîkirina ew 4 berpirsên rejîmê bo 4 bajarên parêzgeha Sine, xelkên wan bajaran nerazîbûna xwe nîşan dane, û wiha gotine,  pejirandina wan kesan, di demên kurt de, pîlaneke rejîmê ye, û ev ne asayî ye.