
Birêveberê Giştî yê Gaza rejîmê li parêzgeha Îlamê “Ebbas Şemsullahî”, daye zanîn ku heta niha bo hemû şar û gundên wê parêzgehê me gaz nekêşandiye.
“Ebbas Şemsullahî” li roja Pêncşemî 5ê Tebaxê di hevpeyvînekê de digel nûçegihaniyeke rejîmê gotiye: “heta niha bo Bajarê “Pele”yê ser bi bajarê “Dêhloran”ê gaz nehatiye kêlşandin”.
Wî berpirsê rejîmê berê gotibû ku zêdetir ji 180 yekeyên berhemhênan û pişeyî di wê parêzgehê de gaz bo wan nehatiye kêşandin.
Parêzgeha Îlamê xwediyê zêdetir ji %11 a kanên neft û gaza Îranê anku 14 tirîliyon metra 3cî gaz û 17 milyard bermîl neftê ye.
Parêzgeha Îlamê ku 2emîn berhemhênera neft û gaza Îranê ye, heyamê 4 dehikan e ku kanên wê ji aliyê rejîma Îranê ve têne talankirin û ew di halekê de ye ku piraniya bajar û gundên wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê ji neft û gazê bêpar in.