Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzgeha Kirmaşan di rewşeke xirab de ye

11:27 - 13 Nîsan 2020

Fermandarê bajarê Rewanserê, Seidî Mistefazade, di civîna Sitada Berengarîkirin digel Koronayê de got: “Rewşa bajarê Rewanserê û parêzgeha Kirmaşanê cihê nigeraniyê ye û dibe hemû seha berpirsayetiyê bikin”.

Herwisa navbirî daye zanîn: “Heya niha 6 kes di bajarê Rewanserê de tûşê Koronayê bûne û eve jî dibe sedema bilez a berbelavbûna wê nexweşiyê”.

Axavtinê wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku, eve nêzî sê mehe li ser hatina vîrûsa Korona di Kurdistanê de derbas dibe, berpirsên rejîmê hêşta amareke serast belav nekirine û ti hewleke wisa jî bo berengarî kirin digel Koronayê nedane, û tenê xelkê medenî ne ku gund û bajarên Kurdistanê dijegemar û dijevîrûs dikirin.

Heya niha di parêzgeha Kirmaşanê de, nêzî 700 kes tûşê Koronayê bûne û 50 kes jî bûne qurbanî.