
Kurdistanmedia: Di heyama 8 salên borî de parêzgeha Kirmaşanê, asta herî bilind ya betaliyê hebûye.
Li gorî raporta ku nûçegihaniya “Tensîm” a girêdayî rejîmê belav kiriye, bilindtirîn amara betaliyê, ya li sala 1397`an %16.4 ji parêzgeha Kirmaşanê ye, û kêmtirîn pila betaliyê jî, %6.5 ji a parêzgeha Hemedanê ye, pêka vê raportê arîşeya betaliyê di heyama dehkên borî de,wekî arîşeyeke herî kûr di Îranê de xwe nîşan daye.
Betalî di nav rehên civakê cih girtiye û pêsiya xelkê jî girtiye û wekî arîşeyeke kûr û bê rêçare di Îranê de serî hildaye, û berpirsên rejîmê jî, hemû dahat û serweta welat, xercê kiryarên terorîstî di welatên wekî, Sûriye, Yemen, Îraq û Lubnanê dike.
Amarên betaliyê di salên borî de nîşan didin, ku pila bêkariyê di Îranê de, li sala 1395`an, %12.5 ji bilindtirîn pila betaliyê bûye, û eva di demekê de ye ku her di heyama îsal de, 13 parêzgehên Îranê %42 ji arîşeya betaliyê li seranserê Îranê hebûne, û di sala 1394`an %61 ji ya hemû parêzgehan bûye ku, zêdetirîn para betaliyê hebûne.
Betalî û hejarî di Îranê de hewarê dike bi taybet parêzgehên Kurdistanê, û berpirsên rejîmê jî di wî warî de, tu rêçareyek peyda nekirine û rojane di navendên cuda yên dewletê de, bi awayên cuda gendeliyên bê mînak yên berprisên payebilind yên rejîmê eşkere dibin.
Betaliyê ku pisiya xelkê Îranê giritiye,û niha jî xelk ji ber betalî û li jêr barê giran ê dorpêçan de, rejîm pişt lê çemiyaye, û di encamê de her tişt giran û girantir bûye, rewşa xelkê jî bêguman di encama vê siyaseta rayedarên rejîmê, rewşeke gellek dijwar, bo peydakirina pariyeke nan jî bo hinekan bûye hêvî û xwaziya herî mezin.