
Rêyên gundan, di parezgeha Sinê de, hewceye ku bi qasî, 1540 Kîlometran, bê asfalt kirinê, heya bigîhîje asta nêwincî a welatê Îranê.
Roja Sêşemî, 15`ê Befranbarê, Berpirsê Giştî yê Rê û Bajarsaziya parêzgeha Sinê, Mihemed Sidîq Sabitî, bas kiriye ku: bo gihîştin bi asta nêwinciya welat, hewceye bi qasî 1540 Kîlometir, rêyên wê parêzgehê bêne asfat kirin.
Herwisa navbirî baskiriye ku li ser asfalt kirina tenê qaseke kêm ji Rêyan, Îdareya Rê û Bajarsaziyê, bi qasî 210 Milyard Tûmenan qerdare û bûdca hewce tuneye.
Navbirî ew jî got ku bo tewaw kirina rêya Asin a Qetarê ya Hemedan heya bajarê Sinê jî ku bi qasî 151 Kîlometran dirêje, hewceyî bi 800 Milyard Tûmenan heye ku ev bûdcejî tunîne daku ev piroje bête tewaw kirin.
Rejîma Îranê bi piştguh avêtina pirsgirêk û hewcehiyên parêzgehên Rojhilata Kurdistanê û girîngî nedan bi hewcehiyên wan, xelkê wan parêzgehan rastî pirsgirêkan dike, bi milyardan Tûmen li welatên wekî Sûriyê û cihên dinê de xerc dike.