Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzgeha “Sîstan û Beloçistan”ê de xwandingehan kêmin

17:33 - 9 Kanûna Paşîn 2021

Birêveberê perwerde û pêgihandina rejîmê li “Sîstan û Beloçistan”ê gotiye: 141 hezar xwendevan bi sedema nebûna cihê hînkarî, Pirsên çandî ,pêkanîna jiyan hevpar û hejarî neçarin dest ji xwandinê berdin. 

Di parêzgaha “Sîstan û Beloçstan”ê %50 zarokên ji xwandinê bi cih mane û dest ji xwandinê berdane.

Ew amarane di demekêdene ku karbidestên rejîmê ragihandine ew parêzgehe, rastî geşe û zêdebûna heşîmeta xwendevan hatiye.

Pêka amarên wezareta perwerde û hînkirina rejîmê, di parêzgeha “Sîstan û Beloçstan”ê heta sala 1404ê Milyonek û 200 hezar xwendevan yê hebin û pêka geşeya heşîmeta xwendevanan, ew

parêzgeh dê digel kêmiya 35 hezar polên xwandinê rû bi rû be.