Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzgeha Urmiyê hewcehî bi 4540 kilasên wanegotinê heye

11:36 - 14 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Di parêzgeha Urmiyê de, pirsgirêka kêmbûna cihê wanegotinê, di astekî bilind de ye û hewcehî bi 4540 kilasên wanegotinê heye.

Pêka nûçeyên belavbûyî, kêmbûna cihê wanegotinê di parêzgeha Urmiyê de, di astekî bilind de ye û tevî standardnebûna wan cihên heyî yên wanegotînê, û bi Sedema zêdebûna hejmara dersxwanan di nav kilasanên wanegotinê de pirsgirêkekî mezin li pey xwe aniye.

Niha kêmbûna kilasan di astekê de ye, ku bi qasî 4540 cihên din bo dersxwanan hewce ye, lê rejîma Îranê bi berçavnegirtina hewcehiyên sereke, yên perwerde û hînkariyê heya niha ev pirsgirêke nehatiye çareserkirin.

Hekî di cihekî de jî, dibistanek hatibe avakirin, bi alikariya xelkê xêrxwaz ve hatine avakirinê û qasek kêm ji wê xercê, ji aliyê rejîmê ve têne dabînkirin.

Rejîma Îranê, bi hegera giringî nedan bi perwerde û hînkariyê di deverên Kurdistanê de, dibistanên deverên Kurdistanê rastî pirsgirêkên cuda hatine.

Pirsgirêkên wekî, standard nebûna dibistanan, hirifîn û kevinbûna dibistanan, kêmbûna mamostayên wanegotinê û berçavnegirtina rewşa aborî ya mamostayan û herwisa xelkên Îranê, derbên kûr û giran bi sistema perwerde û zanistê a wan deveran daye.