
Vîrûsa Kironayê ku îro rojê bûye manşêta hemû Nûçegihaniyeke cîhanê, roj bi roj berfirehtir dibe û tirsek zêde xistiye nav dilkê xelkê cîhanê.
Di vê derheqê de, hemû destgehên birêveberî yên parêzgeha Urmiyê di halê amadebaşê de ne ku pêşî ji vê vîrûsê bigrin.
Bi wî awayî hemû navendeke pêwendîdar bi vê mijarê li parêzgeha Urmiyê di haletê amadebaşî de ne, û ji hemû rêyekê ve çavdêriyê li ser vê vîrûsê dikin.
Ji aliyek din ve jî, li derveyî Çînê jî kesekî tûşbûyê vîrusa Koronayê canê xwe ji dest da ku ev yekem haletê mirinê ye li derveyî wî welatî.
Li welatê Fîlîpînê, kesekî tûşbûyê vîrusa Koronayê canê xwe ji dest da ku ev yekem kes e li derveyî Çînê ji ber wê vîrusê canê xwe ji dest daye.
hejmara qurbaniyên vîrusa Koronayê her ku diçe zêdetir dibe û li gor dawîn amaran heta niha 304 kesan canê xwe ji dest dane, û 14 hezar û 380 kes jî bi wê vîrusê ketine ku rewşa 2 hezar û 110 kesan giran û nebaş e.