Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzgeha Urmiyê tevî kêmbûna polên wanegotinê ji înterneta hewce jî bêpar e

11:53 - 21 Nîsan 2022

Di parêzgeha Urmiyê de hewcehî bi 9 hezar polên nû yên wanegotinê heye û tevî wê pirsgirlêka micid, bi 100an gundên wê parêzgehê ji Înternetê bêpar in.

Binav Parêzgarê Urmiyê “Mihemedsadiq Mu`itemidiyan” tevî îşarekirin bi nizimbûna geşeya perwerde û hînkarî di wê parêzgehê de îtiraf kiriye ku wê parêzgehê, hewcehî bi avakirina 9 hezar polên nû yên wanegotinê heye.

Herwisa Birêveberê Giştî yê Pêwendî û Teknolojiya Zaniyariyan yê Parêzgeha Urmiyê “Qasim Celîlînijad” gotioye ku zêdetir ji 500 gundên vê parêzgehê ku her yek zêdetir ji 20 malbatan li xwe girtine, ji înternetê bêpar in.

Dersxwan li piraniya gundên Rojhilatê Kurdistanê ji înterneta hewce bêparin û kêmbûna lezgînî û nebûna hêlên înternetê di beşek zêde ji gundan de bûye sedem ku dersxwan ji waneyên tora Şad bêpar bin.

Pêka amarên rejîmê li sala 1395an  a Rojî, 3 hezar û 728 gund di vê parêzgeha Urmiyê de hene ku 2 hezar û 200 gund, zêdetir ji 20 malbatan û hezar û 828 gund kêmtir ji 20 malbatan li xwe girtine.

Gundên ku kêmtir ji 20 malbatan li xwe digrin bi piranî ji hêlên întenetê bêpar in.