
Kurdistanmedia: Parêzgeha Xuzistanê ku bi hegera dujminayetiya rejîmê digel netewa Ereb bi tewavî hatiye piştguhxistin, egera tirajîdiyeke mirovî heye.
Xuzistana Ereb akincî hemen ew parêzgeheye ku piraniya bûdca Îranê si wir de tête dabînkirin.
Bajarê Ehwazê bajarê 7`ê yê mezin a Îranê ye, û ji warê rûniştiyan ve ku milyonek û 200 hezar kes heşîmeta vê heye.
Li Ehwazê jiyana mirovan kevtiye ber tirsa micid ku sebeba wî bajarî wiha ye:
Hişkbûna ava Hurûl`ezîm, bû sebeb ku giya û şînkatî kêm be.
Rabûna toz û xweliyê bi her bayekê.
Pîsiya hewa bi hegera dûkela palavgehên neftê û tozê.
Pîsiya avê bi hegera bermaya berhemên neftî.
Rabûna lehî û nebûna rêrewa avê ku dikeve nava bajar ku lehiya Îsal 5 hezar û 600 milyard tumen xisar gihande wî Bajarî.
Ava vexwarinê gelek pîs e û dehan nexweşî bi dû xwe de tine.
Palavgeh an avê rizî bûne û rejîm amade nine ne paqij bike, û ne jî nûjen bike.
Embarên avê hem rizî bûne û hem jî tijî kirs û keval bûne û berpirsên rejîmê guhê xwe nad nê.
Hemû borî û tora parwekirina avê rizî bûne û sedan cihan teqiya ne û şikestine.
Hemû sîstema avro anku (Fazilaba) xitimîne û herifîne, û ava pîs a nav fazilaban kevtiye nav bajar.
Bi hegera kom nekirina paşmawan, ji aliyê Şaredariyê ve, bajar li ber kirs û keval bat bûye.
Bi wan hegeran bêhneke pîs hemû der girtiye.