Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzgeha Xûzistanê di dorpêça Koronayê de ye

13:05 - 23 Şibat 2021

Belavbûna vîrûsa nû ya Koronayê di parêzgeha Xûzistanê de bi qasekî berfireh e ku îdareyên hikûmetî heta 3 rojan hatine dayxistin û nexweşxaneyên bajarên wekî Abadanê, cihê ragirtina pêketiyên Koronayê nemaye.

Belavbûna vîrûsa Koronaya li cora Îngilîsî bi awayekî zêde û berfireh di parêzgeha Xûzistanê de belav bûye ku sînorên wê parêzgehê hatine dayxistin; Pirniya nexweşxaneyên taybet bi Koronayê pir bûne û cihê wergirtina pêketiyên nû bi zehmetiyan peyda dibe.

Berpirsê giştî yê krîzan yê Parêzgariya Xûzistanê, “Umid Bin Ebbas” daye zanîn, ku bi sedema qutbûna ava vexwarin û belavbûna lezgîn a vîrûsa Koronayê ya cora Îngilîsî, îdare û dezgehên birêveberî di wî bajarî de bo 3 rojan dê bêne dayxistin.

Berpirsê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî yê bajarê Abadanê, “Şukrullah Selmanzade” ragihand, ku bi pirbûna beşên taybet yên nexweşxaneya “Taliqanî” hekî qasa tûşbûnê herwiha zêde be, renge em pêketiyên Koronayê bo bajarên dinê veguhazin.

Herwisa navbirî ragihand ku li 30 nexweşên nû li bajarê Abadanê, 13 nexweşên nû li Xuremşehrê û 15 nexweş di Şadiganê de hatine razandin.

10 bajarên parêzgeha Xûzistanê di rewşa sor a Koronayê de ne û 900 pêketiyên Koronayê niha di nexweşxaneyên wê parêzgehê de razandî ne.