
Parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê tevî ku parêzgehên bêpar in, zêdetirîn nirxa enflasiyonê jî hene û nirxa enflasiyon li parêzgeha Îlamê pêka amara rejîmê %46.4 e.
Pêka amarên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine belavkirin, nirxa enflasiyon a sala 1400an li parêzgehên bêpar ên wekî “Kohgîlûye û Boyêr Ehmed”ê bi %48.6 û parêzgeha “Îlam”ê bi %46.4 zêdetirîn nirxa enflasiyonê hebûne.
Pêka amarên rejîmê, nirxa enflasiyonê li parêzgeha Urmiyê %43.9 û parêzgeha Luristanê %43.2 bûye.
Parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê pêka amarên rejîmê kêmtirîn bûdce hene û eva jî di halekê de ye ku rêjeya betalî û enflasiyon di wan parêzgehan de gelek zêde ye.
Rejîma Îranê nirxa enflasiyona sala 1400an bi %40.2 daye zanîn, bi vî awayî nirxa enflasiyonê li 23 parêzgehan, zêdetir ji %40 e, lê amarên serast gelek ji vê rêjeyê zêdetir in.
Rejîma Îranê ti bernameyek bo çareserkirina wan pirsgirêkan tinîne û şiyana birêvebirin û dabînkirina hewcehiyên jiyana xelkê jî nîne.