Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzgehên Kurdistanê yên Îranê, ewlehîtirîn parêzgehên Îranê ne

18:49 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Nûçegihaniyên girêdayî rejîma Îranê  di serjimêriya derheqê diyardeya dizîkirin di Îranê de îşare bi vê kiriye ku, parêzgehên Îranê yên ku Kurd lê akincî ne, di warê diyardeya dizîkirinê de ji hemû  parêzgehên Îranê yên din ewlehtir in.

Nûçegihaniya “Tensîm” a girêdayî rejîmê di raporeke xwe de, îşare bi dawîn serjimêriyên sala 1395`an kiriye ku ji aliyê navenda serjimşriya Îranê ve hatiye encamdan gotiye ku, 585 hezar û 906 caran dizîkirin di Îranê de hatiye encamdan, ku li çav 5 salên derbazbûyî, ji %5 bo %7 zêde kiriye.

Li gorî vê amarê piraniya curên dizîkirinê taybet in bi parêgehên  weke Tehran  bi rêjeya  %36, Elborz bi rêjeya %8, Xurasana Rezewî bi rêjeya %12, Xûzistan bi rêjeya %5.5 û Îsfehan  jî bi rêjeya %5, û di vê navberê de nizmtirîn curên dizîkirinê taybet in bi parêzgehên weke Sine, Gîlan, Hemedan, Urmiye û Çiharmehal û Bextiyarî.

Di vê serjimêriyê de, dizîna tirombîlan %40 û alavên nav tirombîlan jî bi rêjeya %14 zêdetirîn curên dizîkirinê bi xwe giritiye.

Belavbûna amareke bi vî rengî,  derheqê diyardey dizîkirinê di parêzgehên Îranê de û hebûna parêzgehên weke Tehran û Elborz li serveyî hemiyan in di rêjeya vê diyardeyê de, û ev yeka jî baştirîn derfet e ji bo pûçkirina îdi`ayên rejîmê  yên  ku dibêje deverên Îranê yên ku Kurd lê akincî ne, ewleh nînin.