Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bilintirîn nirxa kirêya xaniyan hene

17:46 - 1 Gulan 2021

Pêka amarên Navenda Amar a Îranê, enflasiyona xal bi xal a kirêya xaniyan li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de li demsala zivistana sala derbasbûyî de, pêka zivistana sala 1398an bi qasî %28.9an zêde bûye.

Pêka wê amarê 12 parêzgehên Îranê, bilintirîn nirxa enflasiyona xal bi xal pêka nêvinciya enflasiyona kirê ya xaniyan li Îranê de hene.

Di nav wan 12 parêzgehan de, parêzgeha Hemedan li pileya 1ê, Tehran li pileya 2ê û parêzgehên Kirmaşan û Urmiye li pileya 3 û 4ê de ne.

Bisporên xaniyan li Îranê de berevird kirine ku li sala 1400an de ne bi tenê nirxa xaniyan kêm nabe belkî nirxa xaniyan ku çende zêde ye dê hêj zêdetir bibe û renge pirsgirêkên zêdetir bo kesên bê xanî û kirênişînan biafirîne.