
Di agirpêketina Parka “Tendûre” di bajarê “Dergez”ê de 20 hiktar daristan şewitîn.
Roja Înê, 19`ê Hezîranê, piştî nivro, li agirpêketina parka “Tendûre” ya bajarê “Dergez”ê di parêzgeha Xurasanê de, 20 hiktar ji daristanên wê parkê di nav agir de şewitîn, bona temirandina wê şewatê, zêdetir ji 110 kesan ku piraniya wan kesên xwebexş pişikdarî kiribûn, piştî zêdetir ji 3 demjimêran, ew agir temirandin.
Fermandarê bajarê “Dergez”ê, “Elî Ferahanî”, baskiriye ku nêzî 20 hiktar ji daristanên parka “Tendûre” di nav agir de şewitîne.
Şewitandina daristan û çêrîngehên Îranê ji aliyê kesên girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst ve, bi taybetî di deverên Kurdistanî de gihîştiye asta herî bilind û bona zewtkirin, firotin û bikaranîn wan erdan bo hindek armancên dinê, bi awayekî nemirovane û dijesurûştî, agir bi wan daristan û çêrîngehan didin.
Rejîma Îranê bi şewitandina daristan û çêrîngehan di deverên Kurdistanî de, hewl dide ku mifaha leşkerî û siyasî jê wergire.