Parlemana Almaniyayê bi pesendkirina biryarnameya 18 madeyî, tevî şermezarkirina binpêkirinên mafê mirov li Îranê, daxwaz ji dewleta Almaniyayê kirin ku li pêwendiyên xwe digel Komara Îslamî, mijara binpêkirina mafê mirov wekî xala bingehîn berçav bigrin.
Herwisa daxwaz ji dewleta Almaniya kirine ku Komara îslamî ya Îranê li derheq bernameya mûşekî û alîkarîdan bi girûpên terorîstî rastî givaşan bîne.
Partiyên sereke yên Almaniyayê wekî Partiya Demokrat-Kirîstiyan û Partiya Sosyal Demokrat ku partiya desthilatdar e piştevanî ji wê biryarê kirine.
Herwisa ji dewleta Almaniyê hatiye xwestin ku hin rêçareyan li binpêkirina mafê mirov, binpêkirina mafê hepsiyên siyasî, cudatîdanîn li dijî jinan, binpêkirina maf û azadiya kêmîneyên zayendî û Olî, azadiya gotin û serkuta rojnamevanan û çalakvanên medenî, pêşîgirtin li binçavkirin û Îdamkirinên xweserane, peyda bike.
Herwisa di wê biryarnameyê de tevî şermezarkirina kuştina xelkê nerazî yên sala 1398an, daxwaz ji dewleta Almaniyayê kirine ku bi bikaranîna hemû alav û îmkanatên xwe pêşî ji îdamkirina dijberan û çalakvanên siyasî û medenî di Îranê de bigre.