Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemana Ewropa bi dijî rejîma Îranê biryarnameyek pejirand

13:00 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2021

Parlemana Ewropa bi sedema binpkirina mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê ve, biryarnameyek bi dijî wê rejîmê pejirand.

Roja Pêncşemî 8ê Tîrmehê, Parlemana Ewropa li cîvîna xwe ya li bajarê “Strasbourg”ê di welatê Firansê de, piştî lêkolînan birayarek bi dijî rejîma Îranê pejirand.

Di wê biryarnameyê de, rejîma Îranê bi sedema binpêkirina mafê mirov ji aliyê Parlemana Ewropayê ve bi tawanbar hate binavkirin û ew biryarname ji aliyê Nûnerên Girûpa Partiyên Xelk li Parlemana Ewropayê ve hatibû pêşniyarkirin.

Di wê biryarnameyê de tekezî hatiye kirin ku pêvajoya îdamkirinan ji aliyê berpirsên rejîma Îranê di wan çend salên dawiyê de zêde bûye û rejîma Îranê îdamkirinan wekî taktîkeke aşkira bona tirsandina berfirehtir, afirandina xofa zêdetir û rêgirîkirin ji xelkê Îranê bona beşdarînekirina wan di xwenîşandanên nerizayetiyê bikar tîne.

Herwisa di wê biryarnameyê de îşare bi rolê “Îbrahîm Reîsî” hatiye kirin ku di wan kuştin û girtinan de destekî serekî hebûye û bi biryarên wî di girtîgehan de girtiyên siyasî bi kom hatine îdam kirin û herwisa bi destûra wî îşkenceyên hovane û dijî mirovî di girtîgehan de hatine kirin.