Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemana Ewropa ji rejîma Îranê xwast ku bi lez cezayê êdamê rawestîne

12:27 - 18 Şibat 2022

Parlemana Yekîtiya Ewropa li biryarnameyekê de ragihand ku rejîma komara Îslamî bi cîbicî kirina zêdeye cezayê Êdamê bi taybet li ser girûpên kêmaniyan li Îranê de, bê guh dan bi daxwazên navnetewî, berdewame li ser Êdamê.

Roja 28ê Rêbendanê Parlemana Yekitiya Ewropa bi pejirandina biryarnameyekê, ku hewceye rejîm cîbicîkirina cezayê Êdamê rawestîne.

Di wê biryarnamê de hatiye: Ji dema hatina ser kare Îbrahîm Reîsî wekî serkomar, hejmara Êdam kiriyan li Îranê de gelek berbi zêdebûnê ve çûye.

Di wê biryarnamê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku di sala 2021 an de, alioyê kêm 15 Jin li Îranê de hatine Êdam kirin.

Herwisa berdewam cezayê Êdamê bi ser zarokên kêm temen , anku jêr temenê 18 saliyê tête cîbicîkirin.

Di biryarnama Yekitiya Ewropa de herwisa amaje bi Êdama zêdeye kesên ser bi girûpên kêmaniyên Olî û Netewî hatiye kirin, ku ten bi sedema cudahiya baverê têne Êdam kirin.

Bi taybetî di biryarnama han de gelek bi rohnî amaje bi Êdama kêmaniyê netewî û Oliye wekî Belûç, Kurd, Ereb, Behayî yan û yên dinê.