
Parlemana Ewropayê bi erêkirina biryarnameyek li dijî rejîma Îranê, binpêkirina rohn û eşkere ya mafê mirov li Îranê şermezar kir.
Roja Pêncşemî 17ê Kanûna Pêşîn, Parlemana Ewropayê di cîvîna xwe de, bi erêkirina biryarnameyekê, rexne li binpêkirina rohn û eşkereya mafê mirov girt û ji rejîma Îranê daxwaz kir ku di cih de kiryarên xwe bi dawî bîne.
Ew biryar bi 614 dengên erê û 12 dengên ne û 63 dengê bêalî hate erêkirin, û bas ji binçavkirinên xweserane, tirsandin û serkuta rexnegiran, îtirafên bi zorê, îdam û binpêkirina mafê kêmîneyan li Îranê, dike.
Herwisa Parlemana Ewropayê girtina “Nesrîn Sutûde” û îdamkirina “Nevîd Efkarî û Rûhullah Zem” bi tundî rexne kir.
Herwisa di wê biryarnameyê de ji berpirsên siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê û welatên endam daxwaz kiriye ku rêgirî ji îdamkirina “Ehmedriza Celalî” bikin.