Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemana Ewrupa: Îbrahîm Reîsî di kuştara 30 hezar kesî de, dest hebûye

12:09 - 28 Hezîran 2021

21 kes ji parlemantarên Ewrupa di nameyekê de bo serokê kumîsyon û serokê şêwra yêkitiya Ewrupa, ragihandine ku Îbrahîm Reîsî di kuştara 30 hezar hepsiyan de dest hebûye û endamê girûpa wê kuştarê bûye.

Wan di nameya xwe da Reîsî weke celadê 67ê dane nasandin.

Herwisa di nameya wan 21 Paremantêrên Ewrupa de hatiye: Piştî komkujiya 30 hezar kesan di sala 67 ê de, wê dawiyê jî ew bibû serokê dezgeha binav dadweriya rejîmê û hikmê girtin û îşkence û sêdaredana hezaran kesê dinê daye.

Wan 21 Parlemanterên Ewrupa daxwaz kirine ku bil parêzvaniya yasayî li ser cinayetkarekî wekî Reîsî bête hilgirtin û bikeve ber cezayê.