
Kurdistanmedia: Parlemana Fransayê, bi sedema êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, bi biryarekê Enqere şermezar kir.
Pêka nûçeyên belavbûyî, parlemana Fransayê reşnivîsa şermezarkirina Tirkiyê ya ji ber êrîşa wî welatî bo ser Rojavayê Kurdistanê, pejirand.
Di civîna parlemanê de, reşnivîs a şermezarkirina Tikriyê bi 121 dengan di parlemana Fransê de hat qebûlkirin.
Di biryarê de daxwaz hatiye kirin, ku “pêwîst e Tirkiye dembidest êrîşên xwe rawestîne.”
Herwiha parlemena Fransayê di vê biryara xwe de tekezî li ser “piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)” kiriye û destnîşan kiriye, êrîşa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê, “metirisya dûbare serîrakirin û bihêzbûna DAIŞê” çê dike.
Ji destpêka wan êrîşan ve heya niha, hêzên Tirkiyê û milîşên yûndrev yên ser bi Tirkiyê du bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û herwiha hejmarek gundên derdora wan bajaran dagîr kirine.
Li encama êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, li gor Rêveberiya Xweser zêdetir ji 250 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne û herwisa 300 hezar kes ji xelkê navçeyê ji mal û cihên xwe koçber bûne.