Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemana Kanadayê bo bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran hewl dide

12:54 - 21 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Parlemantoyên welatê Kanadayê, tevî şermezarkirina  êrîşên komara Îslamî bo ser  gelê Kurd de, daxwazkirin da ku Spaha Pasdaran wekî girûpeke terorîst bê naskirin.

Di meha Gulana îsal de, Partiya “Conservative People’s Party” a Kanadayê di yekem gava xwe de, gelaleya , bo  bi terorîst naskirina Spaha Pasdaran li parlimana wî welatî de, dengê erê wergirit lê, piştî vê heyamê hikûmeta Kanadayê tu karek derheq cîbicîkirina  wê piroseyê encam nedaye.

Her di vê pêwendiyê de, rêzidar “Garnett Genuis” yê parlemanter, di Partiya “Conservative People’s Party” yê li parlemana Kanadayê, ji hikûmeta Kanadayê û serokwezîran dipirse ku bo çi hikûmeta Kanadayê, êrîşên bo ser Kurdan şermezar nekiriye û daxwaz dike da ku Spaha Pasdaran bixînine nav rêzibenda girûpên terorîstî de.

Rêzdar “Garnett Genuis” di meha Gulanê de, gelaleyek pêşkêşî parlemana Kanadayê kiribû, û daxwaz kiriye da ku Spaha Pasdaran bixînine nav rêzibenda girûpên terorîstî de, û di vê heyamê de , parlemantoyên Kanadayê ji hemû partiyên wî welatî dengê erê bo wê gelaleyê wergirtine, û ev wekî piroje yasayek pêşkêşî parlemana Kanadayê kirine.

piştî derbazbûna çend mehan , hikûmeta Kanadayê, niha jî ev kara encam nedaye, her bi vê sebebê ye jî ku rêzdar “Garnett Genuis”  û partiya wî bo wê pirojeyasayê pişguhê xwe nexîne, di kurtirîn demê de hewl bo cîbicîkirina wê bide.