Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemanatara HDPê li derheq canjidestdana 5 kolberan nerizayetiya xwe nîşan da

12:23 - 28 Kanûna Paşîn 2021

Parlemantara “HDP”ê, “Mueziz Orhan Işik” li derheq canjidestdana 5 kolberên Rojhilatê Kurdistanê, nerizayetiya xwe nîşan da û got: “Xelkê bi îmkanatên xwe termê wan kolberan ji bin reniyê derxistine”.

Herwisa wê Parlemantara “HDP”ê ragihand: “Malbatên wan kolberan û xelkê deverê, parêzgarî agehdar kirine ku bûyera renî qewimiye, lê piştî 6 rojan parêzgariyê ew bûyere înkar kiribû.

Herwisa wê Parlemantara “HDP”ê daye zanîn ku: “Piştî 6 rojan leşkerên Tirkiyê rêgiriya xelkê dikirin ku bo aliyê bûyerê ve neçin, piştî 8 rojan û îtirafa parêzgariyê, dîsan îzin bi xelkê re nedaye û hêcet anîne ku dever metirsîdar e”.

Herwisa “Mueziz Orhan Işik”, daye zanîn ku “Ti ragihandinekê bas ji wê bûyerê nekiriye yanê canê mirovan di wî welatî de hinde bê nirx e!? ewa xemsarî nîne ewa cinayet e”.

Herwisa “Mueziz Orhan Işik”ê ragihand ku, “Karbidestan bersiva xelkê nedane û ew jî bo civatgeha mirovatiyê cihê şermê ye”.

5 koberên xelkê gundê Koranê yê ser bi devera Soma û Biradost a bajarê Urmiyê ku li çiyayên Bakurê Kurdistanê rastî bûyera reniyê hatibûn û nêzî 8 rojan di bin befrê de mabûn, roja Duşemê 6`ê Rêbendanê, bi hewl û alîkariya xelkê deverê hatine derxistin ku her 5 kesan jî di wî bûyerî de canê xwe ji dest dabûn.