Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlimana Awrûpayê tekesî ser pirsgirêkên mafê mirov di Kurdistana Rojhilat de dike

16:57 - 19 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Nûnerê PDKÎ li Yêkitiya Ewrûpa ( EU) Hisam Destpîş, roja Sêşemî, 23`ê Rezberê, ser pirsgirêkên mafê mirov li Rojhilata Kurdistanê, li gel êk ji endamên Parlemana Ewrûpayê, Kortên Darling jud, hevdîtinek pêk anî.

Ew hevdîtina bi armanca tekesî li ser rewşa mafê mirov Li Rojhilata Kurdistanaê, hatibê pêk anîn.

Di wê hevdîtinê de, nûnerê PDKÎ, binpê kariya mafê mirov ji aliyê komara Islamî we, bi belge û zaniyariyan bas kir.

Destpîş, di wê hevdîtinê de, daxwaz kir ku di civîna Parlimana Ewrêpa ya wê carê de, bila tekesî li ser rewşa mafê mirov li Rojhilata Kurdistanê de, bê kirin.

“ Kortên Darling jud”, endama şanda Parlemana Ewrûpayê ye ku di gel rêjîma Îranê, di peywendiyan dene.

Bi wê amancê, komek ji basan wekî zîndaniyên siyasî, bi sêdaredan, kuştina Kolberan û milîtarîze kirina Kurdistana Rojhilat, hatine gengeşe kirinê.

Hevdem tekesî ser dosya ên “ Zara Mihemedî”, mamosteya xwebexşe zimanê Kurdî û “ Mihemed Nezerî”, zîndaniyê siyasî hate kirinê.

“ Kortên Darling Jud”, soz da ku wan babetan di programa tê a komîsiyona mafê mirov de bê berçav girtinê.