Partiyên Siyasî ên Bakura Kurdistanê Bi hilkevta 74 emîn salvegera ava kirina Komara Kurdistanê bi cuda daxûyanî belav kirin.
Partiya Sosyalîsta Kurdistanê, PSK ê bi belav kirina daxûyaniyekê yadê damezrandina Komara Kurdistanê pîroz kir û ragihand ku rêbaza Komarê, rêbaza meye.
Partiya Azadiya Kurdistanê, PAK ê jî bi weşandina daxûyaniyekê yadê damezrandina Komara Kurdistanê bilind nirxand û têde amaje bi wesiyetnama Pêşewa Qazî Mihemed Serkomarê Kurdistanê kiriye ku çawan daxwazê ji Kurdan dike bibin yek daku bikarin bigehne mafê xwe.
PAK ê ragihandiye ku Komara Kurdistanê bûye simbol û cihê şanaziya hemi Kurdekê li her çiwar perçên Kurdistanê.
Partîya Maf û Azadîyan , HAKPAR ê jî bi weşandina daxûyaniyekê bi hilkevta 74 saliya yadê Komara Kurdistanê, ragihandiye ku: Em wekî Hakpar qebûl dikin ku Komara Kurdistanê, rûyê pîroz a diroka Kurdistanê ye.
HAKPAR ê li daxûyaniya xwe de bi wî avayî amajê bi deskevtên komara Kurdistanê dike: Di dema desthilata Komara Kurdistanê de, di warê çand û ziman û huner û edebîyatê de gelek gavên girîng hatin avêtin.