Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Azadî ya Kurdistan-Bakur kongireya xwe lidar xist

15:50 - 20 Çirriya pêşîn 2020

PAK-Bakur di bajarê Enqereyê de kongireya xwe ya 2em bi beşdariya endam û alîgirên xwe lidar xist.

Kongire bi ragirtina demek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdan dest bi karê xwe kir.

Di wê kongreyê de bas ji rewşa Kurd di Bakurê Kurdistan û aliyên din yên Kurdistanê hate kirin û herwisa piştevanî ji doza rewa ya xelkê Kurd jî hate kirin.

Di wê kongreyê de, “ Mistefa Ozçelîk” wekî serokê wê Partiyê hate hilbijartin.

PAK-Bakur, di sala 2014an de di bajarê “Amed”ê  hatiye avakirin. Pêka yasaya Tirkiyê her Partiyeke siyasî dibe kongreya xwe di bajarê Enqereyê de bi rê ve bibe.