Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê wêjeyeke bikêrhatî a xwe heye

13:07 - 13 Nîsan 2020

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di agehdariyekê de bo raya giştî belav kiriye ku ti malper û rûpelek bi navê PDKÎ ve nîne ku girêdayê PDKÎ be, tenê ew malper hene ku ji aliyê berpirsên organ an jî berpirsên ser bi PDKÎ ve hatibine teîdkirin.

Agehdarî wiha ye:

Agehdariyek bo raya giştî

Di nav torên civakî de, hin rûpel û hejmarên taybet hatine vekirin û renge di paşerojê de rûpelên din jî bêne vekirin ku xwediyê wan rûpelan nexuya ne. Ew rûpelane yan bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yan jî Dezgeh û organeke wê Hizbê têne vekirin û birêveberên wan bo PDKÎ nehatine naskirin û xuya nîne ku kê wan rûpelan bi rê ve dibin.

Berê jî hatiye ragihandin û em dîsan dûbare dikin ku ti malperek û rûpelek bi navê Hizba Demokrat û yan jî Dezgeha wê Hizbê, pêwendî bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve nîne, tenê ew malperên ku hene ji aliyê berpirsên organ an jî berpirsên ser bi PDKÎ ve hatibine teîdkirin, yan jî di malpera navendî a Hizba Demokrat, wate malpera „Kurdistanmedia“yê de bi fermî hatibe ragihandin.

Nemaze ku hin ji wan rûpel û hejmar di wan rojan de tiştan dinivîsin û gotaran li dijî aliyên siyasî belav dikin ku ji ziman û axavtina PDKÎ ve dûr e û PDKÎ wêjeyeke teybet û bikêrhatî a xwe heye û zimaneke nahez di derheq ti alî û kesayetiyekî de bikar nayêne.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Dezgeha Ragihandin a Giştî

25`ê Xakelêwe a 2720 a Kurdî

13`ê Nîsan a 2020 a Zayînî