Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat digel alî û hêzên siyasî civiya

13:52 - 25 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Hey`etekî PDKÎ di welatê “Biljîk” de, digel çend Partî û aliyên din ên parçeyên Kurdistanê kombûn.

Roja Yekşemî 2`ê Pûşpera 1398`an, Hey`etekî PDKÎ li welatê “Biljîk”, ku pêkhatibû li, “Beha Îbrahîmî” berpirsa komîteya PDKÎ di wî welatî de, “Hîsam Destpîş” nûnerê PDKÎ li yeketîya Weropayê, “Fîroz Weysî” berpirsê pêwendiyên komîteya “biljîkê”, “Îbrahîm Xudamuradî” berpirsê encumena kultûrî yê zagirosê û”Hêriş Rencber” endamê desteya birêveberê komîteya “Biljîk” digel çend hêz û aliyên din ên parçeyên Kurdistanê kombûn.

Civîn bi bîstek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ên şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Piştre di warê alîkarîkirin dinavbera hemû aliyên siyasî di her Çar parçeyên Kurdistanê de anîne ber bas, û hemû alî bi hev re hev bîr bûn, û li ser vê ku wekî berî, bi hev re li asta baştirnasandina doza rewa ya neteweya Kurd di nav welatên Ewropayî de alîkarî bikin.

Aliyên amadebûn di wê civînê de pêkhatibû li:

Lîjneya PDKÎ li devera “Biljîkê”

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistan li Sûriyê

PDK Sûriye

Partiya Sosyal a Kurdistana Bakûr

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdî Sûriye

Partiya Yekîtiya Kurdistana Sûriyê

Partiya Demokrat a Kurdistana Başûr

Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûr

Partiya Demorat a Sûriye