Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat digel Partiyên Bakûrê Kurdistanê civiya

13:42 - 9 Hezîran 2019

Kurdistanmedia:  Şandeke pêwendiyên Kurdistanî ê PDKÎ, li bajarê Amedê ya girêdayî Bakûrê Kurdistanê, digel komek ji saziyên siyasî û partiyên Bakûrê Kurdistanê civîn pêk anî.

Roja În  û Şemî  8 û 9`ê Hezîrana 2019`an, li ser raspêriya Dezgeha Pêwendiyên giştî ya PDKÎ, şandeke pêwendiyên Kurdistanî a Partiya Demokrat, ku pêkhatibû li Mihemedsalih Qadirî, berpirsê pêwendiyên Kurdistanî û Ferhad Mîrozade, kadrê berê yê Partiya Demokrat, di civînên dostane yên ku du rojan pê çû, serdana her yek ji sazî û partiyên Bakûra Kurdistan û Tirkiyê bi yên bi navên “Veqfî Îsma`îl Bêşikçî “HDP”, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê” Partiya Azad a Kurdistanê, Hak Par”, Piletforma neteweperwerên Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistan- Tirkiyê kirin”, û ji aliyê komek ji kesayetiyên siyasî û rewşenbîr û parlemantar ên HDPê û serok û serkirdeyên van partyian bi gerimî pêşwazî ji van hate kirin.

Şanda Partiya Demokrat di koma van civînan de, derheq rewşa niha ya hereketa neteweya gelê Kurd li Rojhilata Kurdistan û hewcehiya piştevanîkirin li hizb û aliyên xebatkar yên Bakûr û parçên din yên Kurdistanê, li xebata  xelkê Rojhilata Kurdistanê li idijî vê rejîma terorîst a Komara Îslamî û herwisa qahîmtir kirina yekrêzî û alîkariyên di navbera hêz û aliyên Kurdistanê di vê qonaxa hestiyar de ku Kurdistan di nav pirsgirêkên hevpar yên siyasî yên li dever û cîhanê derbaz dike.

Tev partî û aliyên ku hatine binavkirin, tevî nîşandana keyfxweşiya xwe derheq serdana vê şanda Partiya Demokrat, hevderdî û piştevaniya xwe li xebata Partiya Demokrat û gelê Kurd li Rojhilata Kurdistana Îranê nîşan dan, û hêvîkirin da ku pêwendî û guherînkariyên bîr û nêrîn û zanyariyan di navbera van de berdewam bin.