Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat digel PDKS û PSKê civiya

18:04 - 19 Adar 2019

 Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyî û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, serdana Ofîsa nûneratiya PDKÎ li Hewlêrê kir.

Roja Sêşemî rêkefta 28`ê Reşemeha 1397`an (19`ê Adarê),  di du civînên coda de, her yek Partiyên Demokrat a Kurdistana Sûriyê (PDKS) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê(PSK), serdana nûneratiya PDKÎ li bajarê Hewlêrê kir.

Her du partiyan,  di civînên coda de, ji aliyê heyeta pêwendiyên Kurdistanê yên PDKÎ, bi serperesetiya “Mihemedsalih Qadirî” pêşwazî ji van hate kirin.

Heyeta Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê, bi serperestiya “Mistefa Come” endamê Mekteba Siyasî digel “Ebdulrehman Apo” endamê Komîteya Navendî û heyeta PSK, “Mihemed Eren”, endamê Komîteya Navendî û “Velî” pêk hatibûn.

Di civîna di navbera van du aliyan de, heyeta nûneratiya PDKÎ, tevî guhertina bîr û Ramanan, derheq rewş û dawîn pêşhateyên girêdaiyî dever û xebata Kurd di her yek ji beşan de, li ser berdewambûna pêwendî û alîkariyên di navbera  van depêdagîrî hate kirin.